Apollo-11/CONTRIBUTING.ku.md

4.7 KiB

Beşdarbûn

🎌 Deutsch, English, Español, Français, Kurdî, Nederlands, Português, Türkçe, العربية, 正體中文, 简体中文, 한국어

Koda xwerû di vê depoyê de ji kaxezek çapkirî bi awak destkî hat dîjîtîzkirin, ji ber vê yekê nakokî û cudahiyên din bi şaşî hatine danîn. Pêdivîye ku kod bêne guhertin da ku li gorî çapên şandî li hev bikin:

Berfirehiyên bikêr

GitHub ji bo sazkirina zimanê AGC-ê desteka syntax heye. Mixabin redaktorê kodê yê li gel wê bê ev destek be, lê di heman dem de berfirehiyên zimanê AGC yê ku ronahî li ser syntaxê dikin ji bo redaktorên jêrîn hene:

† Piştgiriya formasyona otomatîk dikin

Formasyon

Nîşe: GitHub û pêvekên ku li jor hatine nîşankirin wê tekez bikin ku hûn bi awak otomatîk pêvekirina rast bikar tînin.

  • Dirêjahiya tab bikar bînin
  • Dirêjahiya tab ya 8 bikar bînin
  • Zêdebûna spî jê bibe

Ez çi kontrol dikim?

Çi ciyawaziya di navbera skana û koda xwerû di vê depoyê de, di nav de:

Şîrove

  • Şîrovên di koda ku hatî veguheztin divê tam weke skanan be.
    • Ev dibe ku di nav de şaştiyek qesdî be yan jî jêbirin/zedekirina şîrovekî bi tevahî.

Şikandina xetê

  • Şikandinên xetan yê ku li gel R0000 di lingê 1 de gereke bi tam weke skanan bin.
  • Şikandinên xetan yê ku ne li get R0000 di lingê 1 gereke tenê 1 an 2 xetên vala li peyhev hebin.
    • Eger zêdetir ji 2 şikandinê xetan hebin, şikandinê xetan yê zêde tecrîd bike.
      • Xetên li gel R0000 di lingê 1 de di nav van de nayê jimartin.
    • Di wêneyên skanan de, ev şikandinên xetan hatine çêkirin di riya jimarek ne çapkirî di lingê 8an de. Jimara 2 li wer valahiyek dualî mecbûr kiriyê (yek xeta vala) û jimara 3 valahiyek sêalî mecbur kiriye (du xetên vala). Nirxên 4-8-ê hatin diyar kirin lê ti carî ne hatine bikaranîn. Zêdetir li ser wê bixwînin #159

Wek mînak jêrîn:

R0819   SUBROUTINE TO SKIP...
R0820



 0821   LAMPTEST  CS  IMODES33

Gereke bibe:

R0819   SUBROUTINE TO SKIP...
R0820


 0820   LAMPTEST  CS  IMODES33

Valahî

  • Valahiyên di navbera du tîpan de di rêzikê de divê peymana jêrîn rêz bikin (nîqaşê li #316 binihêrin):
    • Tenê valahiyek ji bo peyvên nû.
    • Du valahî ji bo hevokên nû.
    • Sê valahî ji bo çar-valahiyan.

Wek mînak jêrîn:

	1)  FOO BAR BAZ QUX QUUX QUUZ. CORGE, GRAULT,
	GARPLY, WALDO.

Gereke bibe:

	1) FOO BAR BAZ QUX QUUX QUUZ.  CORGE, GRAULT,
	   GARPLY, WALDO.

Nîşe

Berî ku hûn PR-ê çêbikin, ji kerema xwe pê tekez bikin ku guhartinên we bi skanan re hevbeş in!